Partiya Çepên Kesk li Osmaniyeyê bi gel re li hev civiya

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku bi gelê Osmaniyeyê re li hev civiya, got: ‘’Gurmegurma Partiya Çepên Kesk e, ji Osmaniyeyê tê. Tu astengî nîn e li ber me.’’

Partiya Çepên Kesk, li Qada Newrozê ya li Taxa Yûnûs Emre ya Osmaniyeyê, bi gel re li hev civiya. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Surucu û bi sedan ciwan û jinan hatin ba hev. Qad, bi alên Partiya Çepên Kesk hat xemilandin, li ber muzîkê govend hat girtin, bêyî sekin dirûşmeyên ‘’Jin, jiyan, azadî’’ û ‘’Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’’ hatin berzkirin.

 ‘AKP-MHP WÊ VÊ HILBIJARTINÊ BIÇIN’

Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu ku silav li gel kir û axivî, got: ‘’Bi hilbijartinê re wê ev desthilata faşîst a AKP-MHP’ê biçe. Bi pêşengtiya ciwanan em ê vê pergalê têk bibin.’’

’EM ŞAHIDÊN 22 SALAN IN’

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî axivî û wiha got: ‘’22 sal in em şahid in ku çavkaniyên vê dewletê, nirxên ku gelên vî welatî hilberandine çawa tên xerckirin.’’

 ‘HÛN Ê BIÇIN, WÊ GEL BIMÎNIN’

Ûçar, îşaret bi êrîşa li hemberî Îmamoglû kir û wiha axivî: ‘’Desthilat, li ser êrîşa li Erziromê, bi tenê tiştekî dibêje; hûn bi HDP’ê re rabibin û rûnin, wê li Erziromê wiha êrîşa wê bibe. Desthilata AKP’ê, ya ku bi terîqetan re ku dijminên jin û zarokan in, radibe û rûdine, ne tu yî? Hûn ê bi bin bikevin û biçin. Em ê bên.’’

 ‘GURMEGURMA ÇEPÊN KESK E, TÊ’

Ûçar, bi berewamî ev gotin kirin: ‘’7’ê Hezîrana 2015’an em li Tirkiyeyê pir xweş bi ser ketin. Divê ev serkeftin temam bibe. Gurmegurma Partiya Çepên kesk e, ji Osmaniyeyê tê.”